Li Edeneyê êrîş hatin protestokirin 2026-01-22 22:25:24   EDENE - Li navçeya Yuregîr a Edeneyê  êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîtger yên ku Tirkiye piştgiriyê didê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.   Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li navçeya Yuregîr a Edeneyê li taxa 19 Mayis gelek kes haitn gel hev û êrîşên li dijî Rojava proteto kirin. Tevî astengî û dorpêça polîsan, girseyê pankarta ‘Rojava xeta me ya sor e’ vekirin û dirûşme berz kirin.   Rêveberê DEM Partî yê Yuregîrê Bayram Altindemîr daxuyanî xwend û komujiya li Rojava şermezar kir û got: “Têkoşîna jiyanek bi rumet û azadiyê rewaye. Divê komkujiyên li Rojava bên rawestandin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.