Tevî êrişan bi hezaran kes diherikin ber sînorê Kobanê 2026-01-22 15:31:30   RIHA - Deh hezaran kesên ku ji Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin, tevî êrîşên polîsan jî, meşa xwe didomînin.   Deh hezaran kesên ku di bin serokatiya Platforma Saziyên Demokratîk de li navçeya Pirsûsê kom bûn da ku êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin şermezar bikin, dema ku ber bi sînorê Kobanê ve dimeşiyan, rastî êrîşa polîsan a bi gaza rondikrêj hatin.   Deh hezaran kesên ku ji Qada Cumhuriyetê bi dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" dimeşin, tevî êrîşa polîsan jî, meşa xwe didomînin.   Tevî gaza rondikrêj û berfa zêde ya li navçeyê, deh hezaran kes hewl didin ku bi rêya kolanên alî bigihîjin sînor.   Piştî êrîşa polîsan, li hemû kolanên Pirsûsê berxwedan dest pê kiriye.