TJA'yê piştgirî da kampanyaya porhonandinê 2026-01-22 14:27:37    AMED - Li hember dîmenên ku ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hatine parvekirin û tê de porê şervaneke berxwedanê ya jin hatiye qutkirin, Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî kampanyaya porhonandinê bû.   Vîdeoyek li ser medyaya dîjîtal hate weşandin ku tê de Ramî El Deheş, endamê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, porê şervanek berxwedanê ya YPJ'ê ku li Reqayê qetil kiribû, qut dike û dide çeteyekî dinê. Ev îşkenceya çeteyan ji aliyê jinên li Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê ve bi nerazîbûnê hat pêşwazîkirin.   Li hember êrîşa çeteyan, jinên li çar aliyên Kurdistanê bi honandina porê xwe bertek nîşan dan. Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî kampanyaya porhonandinê bû. Vîdeo li ser hesabên medyaya dîjîtal bi hashtagên (#DefendRojava #KeziyênBerwedanê) hate parvekirin.   Jinên di rêxistinên civaka sivîl de jî piştgirî dan kampanyayê.