Gel ber bi Kobanê ve dimeşe 2026-01-22 13:52:37   RIHA - Bi hezaran kes li Pirsûsê kom dibin û ber bi sînorê dorpêçkirî yê Kobanî ve dimeşin.   Bi hezaran kes, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom dibin û ber bi sînorê Kobanî ve dimeşin.   Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Karkeran (EHP), Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep a Kesk (YSP), KESK, Federasyona Elewî Bektaşî, Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Meclîsên Sosyalîst û Platforma Demokrasiya Sosyalîst, digel bi hezaran kesên din, beşdarî meşê dibin.   Meşvanan wêneyên şervanên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jiyana xwe ji dest dabûn, hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî rêber Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.   Agahiyên bêtir dê piştre werin...