Li Hewlêrê kampanya alîkariyê ji bo Rojava tê destpêkirin 2026-01-22 11:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Hewlêrê ragihand ku li ber Parka Şanedêr kampanya komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê dê were destpêkirin.   Di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li parêzgeha Hewlêrê kampanyayek ya komkirina alîkariyê hate ragihandin.   Waliyê parêzgeha Hewlêrê Umêd Xoşnaw di rupela xwe ya fermî ya facebook’ê de ragihand ku îro saet 12:00’an de li ber Parka Şanedêr ya li parêzgeha Hewlêrê kampanyaya ‘Hewlêr’ ji bo komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê dê were destpêkirin.   Hate diyarkirin ku ‘ev kampanya ji bo alîkarî dayîna xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê’ ye.   Piştî saet 12’ê nîvro şûn de welatî dikarin beşdarî kampanyayê bibin û alîkariyê bigihînin.