'Êrîşên li Rojava li dijî pêvajoya aştiyê ye' 2026-01-22 09:04:30   Buşra Turan   WAN - Felek Erdem ya TJA’yî êrîşên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê nirxand û got êrîş berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye û wiha got: “Divê Tirkiye dest ji zimanê şer berde. Divê li gorî mutabakata 10’ê Adarê tevbigere.”   Çeteyên HTŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyeyê 6’ê Çilê de êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê kir. Di êrîşan de hêzên ewlehiya hundir û sîvîl hedef hatin girtin, gelek kes hatin qetilkirin. Gelek kes birîndar bû û îşkence li zarokan hat kirin. Aqûbeta gelek sivîlan nayê zanîn. Tevî van êrîşan berxwedana li taxên Kurdan didome.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Felek Erdem der barê êrîşên HTŞ’ê yên li hember Kurdan de axivî.   ‘Divê bi Abdullah Ocalan re diyalog bê avakirin’   Felek Erdem da zanîn ku hedefgirtina jin û zarokên li Rojava berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye û got: “Êrîş bi armanca valaderxistina lêgerîna çareseriya demokratîke. Divê Tirkiye dest ji zimanê şer erde û bi Abdullah Ocalan re riyên diyalogê vebike. Pêvajo aştî û civaka demokratîk ji 27’ê Sibatê heta niha tê axaftin. Bandorên erênî çêbûn. Êrîşên li Rojava hêrs û fikarên mezin afirand.Di demek ku aştî tê jiyîn de, êrîş aştiyê dike astengiyê. Êrîşên li hember taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd hovitiyeke mezin e.”   ‘Yên herî zêde aştiyê dixwazin jin in’   Felek Erdem destnîşan kir ku rêbazên êrîşên tên jiyîn zîhniyeta DAIŞ’ê nîşan dide û wiha bi lêv kir: “Em teşeyê qetilkirina çeteyan nas dikin. Em ji 2013-2014-2015’an ji pratîka DAIŞ’ê dizanin. Yên îro em li Rojava dibînin DAIŞ’îne.  Dîmenên derketin holê bû sedema hêrsê. Avêtina bedena jinê, nîşaneya zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Dîmenên zarokan û cenazeyan sedema hêrsê ye. Em her tim dibêjin yên herî zêde aştiyê dixwazin jin û dayikin. Êşên herî mezin ew dikşînin.”   ‘Tunehesibandina mutabakata 10’ê Adarê nikare bê qebûlkirin’   Felek Erdem bi lêv kir ku divê rayagiştî rewşê bibîne û got: “Li holê sûcekî mirovahiyê yê mezin heye. Weşat tên birîn û dîmenên îşkenceyê tên astengkirin. Ji ber vê jî divê demildest heyetek serbixwe biçe herêmê û zîhniyeta DAIŞ’ê di cih de lêkolîn bike û raporê amade bike. Ancax ev wisa dikarin derkevin holê. Di pêvajoyek ku mutabakata 10’ê Adarê tê nîqaşkirinê de mutabakat tê tunekirin. Ev nikare bê qebûlkirin. Êrîşên li Rojava li dijî pêvajoya aştiyê ye. Ji bo aştî bê axaftin divê Tirkiye dest ji polîtîkayên şer û piştgiriya ji bo DAIŞ’ê berde. Em jinên Kurd yên Bakur dibêjin ji bo aştî bê axaftin divê Tirkiye dest ji zimanê şer berde.”