Li bajarên Serhedê êriş hatin protestokirin 2026-01-20 20:35:10   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Serhedê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.   Êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Serhedê hatin protestokirin.   Wan   Li navçeya Artemêtê ya Wanê, xelk li xaçerêya Hala Sebzeyan kom bûn û hewl dan ber bi qada bajêr ve bimeşin. Polîsan bi gaza rondikrêj û ava şid êrişî girseyê kir. Piştî êrişê, girse li kuçeyan belav bû, lê meşa xwe domand. Dema ku komek gihîşt navenda bajêr, komeke din ber bi Xaçort û 2 Nîsanê ve meşiya û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Kujer HTŞ, hevkar AKP" berz kirin. Dema ku kolanên bajêr veguherî deverên xwepêşandanê, komeke mezin ji Kolana Orhan Dogan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di vê êrişa duyemîn de, gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Piştî vê yekê, polîsan careke din mudaxile li girseya li ber Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûbû kir û gelek kes binçav kirin.   Agirî   Li Qada Tahir Elçî ya Agiriyê, girseya kombûyî gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Piştî daxuyaniyê, polîsan rê li ber meşa girseyê girt. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Agiriyê Heval Bozdag ku li vir axivî, diyar kir ku hedefgirtina Rojavayê ne tesaduf e û got ku êriş li dijî îradeya jiyana pevre ya gelan e.   Colemêrg   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê ji bo vexwendina mîtînga "Em ji bo Rojavayê dimeşin" ku dê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navenda bajêr bê lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî civîna ku li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin, bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat di civînê de axivî û her kesî vexwend meşê. Kanat got: "Ev berxwedana dîrokî ya ku li Rojavayê derket holê, ne tenê ya gelê Kurd e, ya hemû mirovahiyê ye û li dijî barbarîzm û înkarê bûye wijdanê hevpar a li ser bingeha jiyana hevbeş a gelan, rizgariya jinan û civaka demokratîk. Di qonaxa niha de, tevî gelek agirbestên li Rojavayê hatine îlankirin jî, êriş ranewestiyane û bermahiyên DAIŞ'ê û avaniyên ku vê zîhniyeta tarî xwedî dikin dîsa hatine bicihkirin."   Piştî daxuyaniyê, li navenda Colemêrgê belavok hatin belavkirin û welatî ji bo meşê hatin vexwendin.    Bedlîs   Li Tetwanê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ve li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Polîsan hewl da ku rê li ber meşa girseya ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê kom bûbû bigire. Girseyê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye" û çepikan dorpêça polîsan şikand û meşa xwe berdewam kir. Di tevahiya meşê de, girseyê bi dirûşme û çepikan êrişan şermezar kir û welatiyên ji derdorê jî tevlî meşê bûn. Bi hilgirtina pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin" girse ber bi Parka Filistînê ve meşiya û li wir daxuyaniyek da.   Rêveberê DEM Partiyê yê Tetwanê Rûmet Dûrsûn ku daxuyanî da, got: "Cidîbûna îradeya ji bo çareseriyeke siyasî bi kiryaran tê pîvandin, ne bi gotinan. Krîza li Sûriyeyê siyasî ye."   Dûrsûn got: "Parastina aştiyê li Sûriyeyê di heman demê de parastina wekhevî û pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn e. Em bi raya giştî re parve dikin ku em ê li ser vê xetê israr bikin."   Piştî vê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê li dijî DAIŞ'ê şerekî bênavber dimeşîne û destnîşan kir ku gelê Kurd bêyî destkeftiyan sedsaleke din bi dawî nake. Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava wê bibe goristana DAIŞ'ê" meşiya.   Mûş   Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê li dar xist. Piştî meşê ku ji Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê dest pê kir û heta Qada Kobanê berdewam kir, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan, got: "Îro Rojava bi komkujiyekê re rû bi rû ye ku ji hêla hêzên navneteweyî ve li hev hatiye kirin. Kurdan di vê têkoşînê de bedelên giran dane. Îro, em ji vir radigihînin ku gelê Rojavayê li hember vê komkujiyê ne bi tenê ye; em bi wan re ne."   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.