Foza Yusuf: Me biryara berxwedanê da 2026-01-19 23:25:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif bal kişand ser êrişên komkujiyê yên li ser Rojava û got, "Hikumeta Veguhêz a li Şamê teslîmbûnê li ser me ferz dike û ti daxwazên me qebûl nake. Me jî biryara berxwedanê dan."   Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif beşdarî qenanele televîzyonê ya li Başûrê Kurdistanê bû û bang li gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku bên herêmên sînor û derbasî nava Rojava bibin.   Foza Yûsif her wiha bang li gelê Rojava kir ku tevlî seferberiyê bibe.