Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên HSD’ê esas bên girtin 2026-01-18 21:39:28     NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Serokatiya Konseya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku derbarê Bakur Rojhilatê Sûriyê de gelek agahiyên xelet ên di çarçoveya şerê taybet de tên meşandin û xwest ku tenê daxuyaniyên HSD’ê esas bên girtin.   Endama Serokatiya Konseya PYD’ê Foza Yûsif tevli Stêrk Tv bû û têkildarî êrişên li ser Bakur Rojhillatê Sûriyê de agahî dan. Foza Yusif xwest ku daxuyaniyên HSD’ê esas bên girtin û şopandin. Yusif wiha axivî: “Niha gelek agahiyên derew û xelet tên belavkirin. Tê xwestin tirk di nav gel de çêbibe. Ev rêbazên şerê taybet û psikolojîk in. Li gelek deveran pevçûn berdewam dikin. Êrişên li hemberî Herêma Cizîrê di astek xeter de ne. Hêzên YPG-YPJê li hemberî hemû êrişan bi awayek lehengî li berxwe didin. Armanca êrişkaran ew e hem komkujiyê pêk bînin hem jî gelan bi hev bidin qirkirin. Divê gelê me li her derê şiyar be û li ser piyan be.”