Şêniyên Til Temirê li dijî êrîşan daket qadan 2026-01-18 14:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro bi sedsan ji gelê Til Temirê û pêkhateyê wê yê Kurd, Ereb û Aşûr li dijî binpêkirina peymana agirbestê ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê û êrîşên wê li ser herêmê ve, meşek lidar xist.   Ji duh serê sibehê ve cîhadîstên HTŞ’ê û dewleta Tirk û şaneyên DAIŞ’ê li dijî Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêra zorê êrîşên pir dijwar didin meşandin, piştî ku çeteyan peymana agirbesta di navbera Hikûmeta veguhêz a demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de, binpê kirin.   Îro bi sedan ji gelê bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê, li çarxereya Ş.Qendîl a mezin li bajar kom bûn û bi diruşmeyên berxwedana şervanên YPJ/QSD’ê silav dikin, dest bi meşa xwe kirin.   Di meşê de siloganên şermezarkirina êrîşên hovane yên pêk tên û binpêkirina peymana agirbestê, hatin berz kirin. Meş li ber kolana êman, rawestiya.   ‘Êrîşên îro fersendên aştî û îstiqrarê li herêmê qels dike’   Piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Kongra Star a Til Temirê Nûhat Şindî êrîşên hikûmeta veguhêz a demkî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û wiha dewam kir: “Êrîşên ku pêk tînin xeteriyên pir mezin rû bi rû yê herêmê dihêlin û fersendên aştî û îstiqrarê li herêmê qels dike. Gelê Sûriyê zêdetirî 15 salan e êşa kirîz, êrîş, kuştin û koçberiyê dikşîne. Hikûmeta veguhêz a demkî hemû berpirsiyartiyên vê êrîşê hildigre, ji ber ku çeteyên êrîş dikin bi fermana wan çêdibe, peyman binpêkirin û îxanet li QSD’ê kirin.   Hêzên navnetewî berpirsiyar e   Nûhat da zanîn ku hêzên navdewletî jî berpirsiyarên van êrîşan in û pêwîste demildest destwerdana rewşê bike û binpêkirina agirbestê rawestîne.   Nûhat di dawî de bang li gel kir ku bi rihê berxwedanê û şerê gelê şoreşgerî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Her wiha yekîtiya neteweyî di navbera gelê herêmê de biparêzin. Pejirandina me ya destpêkê û dawîn jî diyalog e û parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya hêza xwe ye.”   Meş bi silogana “Bijî berxwedan QSD’ê” bidawî bû.