'Bûyerên li Sûriyeyê hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e' 2026-01-18 10:49:08   ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir.”   Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.   Heyetê daxuyaniyek nivîskî belav kir.   Daxuyanî bi vî rengî ye:   “Di 17'ê Çileya 2026'an de me li Îmraliyê bi qasî du saet û nîvan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de birêz Ocalan anî ziman ku ew bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye û perspektîfa 27'ê Sibatê derbasdar e. Careke din bal kişand ser girîngiya avêtina gavên pêwîst û pêşvebirina pêvajoyê.   Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. Bi israr destnîşan kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, muzakere û aqilê hevpar dikare bên çareserikrin û divê bên çareserkirin.   Anî ziman ku ew amade ye berpirsyariyên xwe bi cih bîne ku ev pirsgirêk bi axaftinê ji ser zemîna şer bê rakirin. Di vê mijarê de careke din bang li aktor û aliyan hemûyan kir ku bi rengekî erênî bi rola xwe rabin û bi hesasiyet û berpirsyariyê tevbigerin.   Li gel hurmetên xwe   Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê   18’ê Çileya 2026'an”