Li Hesekê, Hol û Til Temir êrîş hatin şermezarkirin 2026-01-15 17:59:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran gelê Hesekê, Hol û Til Temirê sûc û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabe û sûcdaran ceza bike.   Di çarçoveya şermezarkirina komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine de, bi hezaran gelê bajarên Hesekê û Holê 2 xwepêşandanên cuda li dar xistin û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.   Hesekê   Meş ji Çerxerêya Kevokê ya Til Hecerê heta bi Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Muftî çû. Li wir Şêwirmenda Meclisa Bajarê Hesekê Kilara Efrînê û berdevkê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Ciwan Hesekê axivîn. Axêveran êrişên li dijî gelê herêmê û komkujiyên li taxên Helebê şermezar kirin.   Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana asayîşê û QSDˊê bi dawî bû.   Hol   Bi sedan gelê Holê û gundewarê wê bi meşeke girseyî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Şênî li pêş Komeleya Perwerdê ya bajêr kom bû.   Li wir hevserokê Meclisa Bajarê Holê Elaa El Sebahî axivî û got: "Xwîna Sûriyeyiyan li hev heram e. Tiştê li Helebê bûye binpêkirinên aşkera yên qanûnên navneteweyî ye."   Hevserokê Meclisa Aborî ya Rêveberiya Xweser Mihemed Henşol û hevserokê PYDˊê yê Holê Emar Mûsa axivîn. Di axaftinê de êrişên rasterast ên çeteyên hikumeta demkî li dijî welatiyan hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku ev derbekirina mozaîka Sûriyeyê û derxistina fitneyê ye.   Meş bi piştgiriya QSDˊê bi dawî bû.   Til Temir   Meclisa Jinan a PYDˊê ya bajêr bi daxuyaniyekê li pş navenda xwe êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.   Hevseroka PYDˊê ya bajêr Ronaz El Yûnis daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş binpêkirina peymanên hatine îmzekirin e û li dijî projeya Rêveberiya Xweser e. Di dawiyê de meclisê dilsoziya bi şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re dubare kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinn mafên mirovan kir ku welatiyên li Helebê biparêzin.