'Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin' 2026-01-15 11:40:01   AMED - Yekîtiya Parlamenterên Jinên Kurd, di daxuyaniyekê de derbarê êrîşên berdewam de, bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember van êrîşên ku sivîl, jin û zarokan hedef digirin berpirsiyariyê bigirin ser xwe û bêdengiya li hember van êrîşan wekî "hevkarî" bi nav kir.   Çeteyên HTŞ'ê êrîşên xwe li ser gelek deveran didomînin, di serî de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di van êrîşan de gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Di demekê de ku êrîş bênavber berdewam dikin, ne tenê li Kurdistanê, lê li çaraliyê cîhanê mirov li dijî êrîşên li ser Sûriye û Rojava banga hevgirtinê dikin.   Yekîtiya Parlamenterên Jinên Kurd derbarê êrîşan de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Yekîtiya Parlamenterên Jinên Kurd diyar kir ku êrîş siyasetek eşkere ya paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi zorê pêk tînin û got: "Wekî parlamenterên jin ên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn, em êrîşên ku ji hêla hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên radîkal ve li dijî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê têne kirin bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş, ku sivîl, jin û zarokan hedef digirin, siyasetek eşkere ya paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi zorê ne. Tiştê ku li Helebê diqewime ji îdiayên 'ewlehî' û 'îstîqrarê' wêdetir diçe; ew siyasetek sîstematîk, plankirî û berdewam a paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi zorê ye ku gelê Kurd hedef digire."   Bang li hemû sazî û rêxistinan kir ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe   Yekîtiya Parlamenterên Jinên Kurd diyar kir ku mifteya aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê di derketina holê ya îradeyeke siyasî ya danûstandinê de ye ku dê rê li ber aştiyeke mayînde veke û got, "Her destwerdaneke herêmî û navneteweyî ya ku armanc dike vê îhtîmalê ji holê rake, dê bi berxwedaneke xurt a gel re rû bi rû bimîne, wekî ku li Helebê hate dîtin. Avakirina pergaleke yekreng a li Sûriyeyê, berdewamiya rejîma Esad, bi hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd, derî li ber komkujiyên nû vedike. Em bang li sazî û rêxistinên navneteweyî, di nav de Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên jinan dikin ku di bersiveke têrker de li hember van êrîşan nekarîne bersiv bidin, ku helwesteke berpirsiyar bigirin da ku pêşî li dubarebûna sûcên şer û şîdeta hovane ya li dijî jinan a li Helebê bigirin."   'Têkoşîna gelê Kurd bi tu çekê nayê tepeserkirin'   Di dawiyê de, Yekîtiya Parlamenterên Jin ên Kurd ev gotin di daxuyaniya xwe de bi kar anîn: "Wekî parlamenterên jin ên Kurd, em radigihînin ku em bi hemû dil û can li kêleka gelê xwe yê li Rojava ne. Em bawer dikin ku têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê bi tu hêzek çekdarî nayê tepeserkirin. Em bi dil û can têkoşîna azadî û berxwedana hemû gelê xwe, bi taybetî jinên Kurd ên berxwedêr, silav dikin. Bêdengî li hember komkujiyan hevkarî ye. Ji aştî, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan re erê ! "