Ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 271 kes hatine revandin û winda ne 2026-01-12 14:32:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê tê gotin 271 kes hatine revandin û çarenûsa wan nayên zanîn. Çete herwiha rê nadin  dezgehên ragihandinê ku bikevin taxan.   Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li gorî agahiyan gelek kes li taxê hatin revandin.   Heman çavkaniyê ragihandin ku kesên hatine revandin birine cihên nediyar û ev yek jî bûye sedema alozî û fikaran.   Komîteyên xwecihî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku zêdetirî 271 kesa winda ne.   Çavkaniyên xwecihî re diyar kirin ku çeteyan bi sedan şêniyên taxên ku di rojên borî de bi rojan rastî bombebarana sîstematîk hatibûn girtin. Jin birin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.   Hêjayî gotinê ye duh jî Heyva Sor a Kurd ragihand ku çeteyên girêdayî hikûmeta demkî 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandine.