DFG: Ji rojnamegerên li Helebê ne agahî nayê girtin 2026-01-10 19:12:38   NAVENDANÛÇEYAN - DFG da zanîn ku êrîşên li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd yên li hember Kurdandidomin û hat diyar kirin ku ewlehiya canê rojnamegerên li herêmê di bin xetereyê de ye.   Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) daxuyand ku ji rojnamegerên li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd yên li Helebê ku di bin êrîşa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ye, agahî nayê girtin.  DFG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Êrîşê li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd didomin. Hevalên me yên rojnameger yên li her du taxan peywirdarin aqûbeta wan nayê zanîn. Hevalên me di şertên giran de dixebitin. Tevî hemû êrîşan heqîqetê dinivîsin.  Têgotin ku ji hinek hevalên me agahî nayê girtin. Me ji Cîhan û Nazim dît. Hedef hatin girtin. Li Helebê sûcê şer tê kirin. Divê pêşî li vî sûcî bê girtin. Em bang li hemû saziyan dikin. Bila dawî li êrîşan bê. Ewlehiya hevalên me tuneye. Divê saziyên navneteweyî yên çapemeniyê bikevin tevgerê.”