Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê daxwaza hevdîtina bi Erdogan re bike 2026-01-09 14:16:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyê dike ku ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirk ê AKP'yî Tayyîp Erdogan re serlêdanê bike.   Li gorî agahiyan, endamên heyetê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roja Duşemê serlêdana ji bo hevdîtinê bikin.   Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina 2'ê Kanûnê ya bi Rêber Apo re bi rayedarên dewletê û partiyên siyasî re hin hevdîtin kir. Di vê çarçoveyê de heyetê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davûtoglû, Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç, Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û Koma Meclîsa AKP'ê re hevdîtin kir.   Piştî hevdîtinan hatibû ragihandin ku wê heyet bi Erdogan re hevdîtinekê bike. Li dû hevdîtina bi Erdogan re heyet plan dike ku li Îmraliyê careke din bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.