Di Lijneya Giştî ya Meclisê li dijî êrîşan bertek 2026-01-08 19:05:43   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” êrişên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Lijneya Giştî ya Meclisê şermezar kirin û gotin divê meclis li dijî êrişan xwedî helwest be.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) li Ljneya Giştî ya Meclisê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.   Parlamenteran dowîzên li ser, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Parlamenteran destê xwe li masayê xistin û bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan êrişan şermezar kirin. Parlameteran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berzkirin û gotin divê meclis li dijî êrîşan xwedî helwest be û li dijî van êrîşên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.