Li Pirsûsê gel bend hilweşandin 2026-01-08 15:29:51   RIHA - Li Pirsûsê, girseyek ji benda polîsan derbas bû û ji bo protestokirina êrîşê meşiya.   Li hember êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsut, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, xelkê navçeya Pirsûsê  a li Rîhayê meşek li dar xist. Girseya ku li ofîsa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûbû, bi êrişa polîsan rû bi rû man.   Girseya ku dixwest ber bi rêya Kobanî ve bimeşe, ji bendan derbas bû û dest bi meşê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" berz kir.    Girse bi çepik, tilîliyan û dirûşmeyan meşiya.