Li Helebê êriş didomin 2026-01-08 09:56:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bê navber êrîşê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin. Hat zanîn ku di encama êrîşa drona bombekirî de du sivîl birîndar bûn.   Çeteyên (Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sultan Murad) ên girêdayî hikûmeta demkî a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi tundî topbaran dikin.   Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan taxa Benî Zêd a Helebê topbaran kirin. Di dîmenan de jî xuya dibe ku 2 sivîl birîdar bûne û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin wan rakin nexweşxaneyê.   Hat ragihandin ku di encama topbarana li ser taxa Eşrefiyê de agir bi mala welatiyek ketiye.   Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê rastî êrîşên çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê tên, di encamê de heta niha 8 kes hatin qetilkirin, 57 jî birîdar bûne, di nav wan de zarok jî hene.