QSD: Qadên sivîl tên bombebaran kirin 2026-01-06 16:25:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û komên Şamê li herêma Dêr Hafir a Tebqayê qadên sivîlan bombebaran dikin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên li hember herêma Dêr Hafir a Tebqayê de daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çekdarên El Emşat ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di van kêliyan de li herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê qadên sivîlan dikin armanc. Êriş bi hewan, çekên giran û dronên xwekuj têne kirin, di encamê de xetên ceyranê zirar dît. Di heman demê de heman kom girê Syraitel ê derdora bendava Tişrînê bi hewanan û çekên giran topbaran dike.   Hêzên me teqez dikin ku ji bo parastina gelê me û ewlehiya herêmê xwedî mafê rewa ne."