'Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo aştiyê, şertê bingehîn e' 2025-12-30 14:43:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Jin li Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Mala Jin li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Di daxuyaniyê de rêxistinên jinan nûnerên civaka sivîl û parêzerên jin beşdarî bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya Mala Jin Nûra Omer ve hate xwendin.   Nûra Omer di daxuyaniyê de destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rê li ber pêşeroja aştiyê û civaka demokratîk digre. Nûra Omer got ku Abdullah Ocalan bi zêdetirî 27 salan e di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin û ev rewş aramiya herêmê dixe xeterê.   Nûra Omer tekez kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê mijareke mirovî ye lê her weha pêwistiyeke siyasî û dîrokî ye ji bo vekirina rêyên nû yên çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştiya mayînde.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaza aliyekî taybet nîne lê daxwaza giştî ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û krizên li Rojhilata Navîn. Nûra Omer anî ziman ku bê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştîya rastîn û çareseriyên mayînde çênabin û destnîşan kir ku ew “mifteya aştiyê” ye.   Mala Jin di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan saziyên navneteweyî, civaka sivîl û partiyên siyasî kir ku tevbigerin û zextê li rayedarên peywendîdar bikin da ku tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe.   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.