Rêveberiya Xweser 1'ê Çileyê kir betlane 2025-12-30 14:39:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 1'ê Çileyê kiriye betlaneya fermî.   Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek derxist.   Di biryarnameyê de hatiye gotin, bi boneya serê salê hemû sazî û dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja pêncşemê 1’ê Çileya 2026’an dikin betlane.   Li gorî biryarnameyê saziyên ku pêdiviya wan bi berdewamiya kar heye di biryarnameyê de cih nagirin.