Ji saziyên ziman banga tevlîbûna mitînga 4’ê Çileyê 2025-12-30 13:01:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya dê di 4'ê Çilê de bê lidarxistin, kir û gotin: “Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê Kurdî û nirxên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.”   Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” roja 4ê Çile dê mitîng li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00'ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin.   Saziyên Zimanê Kurdî têkildarî mitîngê daxuyaniya çapemeniyê da. Saziyên ziman bi awayek hemwext li Amed, Wan, Şirnex û Enqereyê daxuyaniya hevpar da û banga beşdariya mitîngê li gel hate kirin.   Amed   Daxuyaniya li Amedê li avahiya Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER) hate dayîn. Endamên û rêveberên saziyên zimanê Kurdî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê bi Kurmancî Hevserokê KOZA-DERê Murat Bîlgîç û ya Kurmanckî jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut xwend.       Şirnex   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ji aliyê Komeleyên Ziman, Çand û Hunerê ya Birca Belek û Cûdî-Derê ve bi tevilbûna endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li ber avahiya Komeleya Birca Belek de hate dayîn de pankarta, “Ji bo Rêzdar Ocalan azadî, ji bo zimanê Kurdî Statu” hat vekirin.   Endamê Komeleya Birca Belek Rojger Nûh Ant daxuyanî xwend û bang li hemû gelê Botanê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û ststuya zimanê Kurdî tev li mîtînga “Hêvî û Azazadiyê” bibe.   Wan   Li Wanê, KURDÎGEH, li avahiya komeleya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist da ku banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadî" kir. Di civîna çapemeniyê de ku endamên komeleyê jî beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Ji bo Birêz Ocalan azadî ji bo zimanê Kurdî statû"  hat daliqandin.   Daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş ji hêla Hevseroka KURDÎGEH Arîfe Arslan ve hate xwendin.     Metna daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:   “Ev demeke di pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, bi hewldanên hemû derdorên azadîxwaz, demokratîk û aştîparêz pêvajoyeke avakirina civateke demokratîk û aştiyeke birûmet di rojevê de ye. Bêguman, ji bo ku civateke demokratîk bê avakirin û aştiyeke birûmet a mayînde bê sazkirin berî her tiştî divê pergaleke demokratîk bê sazkirin. Riya vê yekê jî, berê her tiştî di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên polîtîk û ji qebûlkirina hemû mafên me kurdan ên herî xwezayî, civakî û neteweyî re derbas dibe; ku ji bo vê jî divê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn. Bi taybetî jî divê statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi kurdî bê qebûlkirin û pêkanîn.   Helbet ji bo ku ev yek jî pêk bên divê em hemû Kurdên azadîxwaz û derdorên aştîparêz têkoşîna xwe li her qadê bilindtir û berfirehtir bikin.   Baş tê zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina mafên herî xwezaayî, neteweyî û civakî yên kurdan rasterast têkildarî hev in. Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê Kurdî û nirxên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.   Bi vê armancê 4'ê Çilê, li Amedê, ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’ tê lidarxistin.   Em bang û gazî li hemû partî, sazî û derdorên Kurd, demokratîk û aştîxwaz, bi taybetî jî bang û gazî li hemû derdorên Kurdîparêz û gelê xwe dikin ku bi coşeke mezin beşdarî mitîngê bibin, ji bo civateke azad û aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin.   Bijî Zimanê Kurdî Bijî Aştî Bijî Azadî.”