Ji bo bîranîna 23'yê Kanûnê li Parîsê amadekarî 2025-12-21 14:37:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin wê di 23'ê Kanûnê de li Sarcellesê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Li herêmên Villiers Le Bel û Drancyê amadekariyên ji bo bîranînê dewam dikin.   Li herêmên Villiers Le Bel û Drancy ên paytexta Fransa Parîsê, amadekarî ji bo bîranîna girseyî ya 23'ê Kanûnê tê kirin ku wê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bê lidarxistin.   Di çarçoveya amadekariyan de li herdu herêman serdan li mal û dikandaran hate kirin, li dawet û çalakiyên bi heman rengî yên civakî ji bo tevlîbûna li bîranînê bang hate kirin.   Amadekariyên ji bo bîranîna 23'ê Kanûnê bi pêşengiya meclîsên jinan ji aliyê meclîsên herêman ve têne kirin.   Ji bo çalakiya bîranînê ku wê 23'ê Kanûnê saet di 19:00 de li salona Espace Venus a li Ssarcellesê bê lidarxistin, hate ragihandin ku heta roja bîranînê wê amadekarî dewam bikin.