Gumanbarê destdirêjiyê Serdal Os hat girtin 2025-12-20 20:34:48   ŞIRNEX - Mamosteyê gumanbar Serdsal Os ku li Cizîrê gelek xwendekar tacîz kiribû û tevî hemû delîlan bi şertan kontrola edlî hatibûn berdan, îro ji nûve hat binçavkirin û girtin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê mamosteyê gumanbar Serdal Os li lîseya peywirdar bû destdirêjî li gelek xwendeekaran kir. Duh gumanbar tevî delîlan ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh a Cizîrê ve hat berdan. Li ser delîlên ku nû ketin dosyayê îro gumanbar dîsa hat binçavirin û girtin.