Li Wanê civîna gel: Serokatî hemû barê aştiyê daye ser milên xwe 2025-12-15 15:27:50   WAN - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku di civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî, bal kişand ser xwedîderketina li pêvajoyê û got: “Em çiqasî xurt li vê pêvajoyê xwedî derbikevin em ê ewqas nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bibin.”   Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li Eywana Dawet û Civînan a Erenoglûyê bi tevlibûna Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Îmraliyê tehliye bibû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Di eywanê de pankarteke mezin ya li ser wêneyê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû, hat daliqandin. Milet eleqeyeke mezin nîşanî civînê da û di eywanê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” olan da. Hevşaredarên navend û navçeyên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li civînê bûn.   Di civînê de, di şexsê Berfîn Nûrhaq û Sema Rozayê de ji bo hemû cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.   ‘Serokatî hemû barê aştiyê daye ser milên xwe’   Civîn, ji bo cangoriyên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir. Gulistan Sonuk diyar kir ku ji aliyê Rêber Apo ve ev saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin. Gulistan Sonuk anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê heta niha nêzî hezar civîn hatine kirin û got: “Ji bo pêvajo bê fêmkirin, Rêber Apo manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji me re şand. Em li gorî vê manîfestoyê xwe birêxistin dikin. Aştî di navbera aliyên ku şer dikin de tê kirin û ji bo ev pêvajo serbikeve divê civaka demokratîk bê avakirin. Heke em xwe demokratîk bikin û xwe birêxistin bikin tu kes nikare me. Serokatî hemû barê aştiyê daye ser milên xwe.”   ‘Divê em malbatên xwe bikin komun’   Bi domdarî Gulistan Sonuk destnîşan kir ku Rêber Apo girîngiya komun û meclisan tîne ziman û got: “Rêber Apo pirsgirêkê ji dîrokê digire dest û ji bo çareseriyê jî li ser vê esasê tevdigere. Rêber Apo dibêje ku heta azadiya jinê pêk neyê azadiya civakê jî pêk nayê. Nakokiya di navbera jin û mêr de neyê sererastkirin, dê hemû keda me bikeve xizmeta pergalê. Em çiqasî xurt li vê pêvajoyê xwedî derbikevin em ê ewqas nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bibin. Divê em hemû erka xwe pêk bînin û bixebitin. Em li qehweyekê, malekê hwd. Li ku derê bin bila bin, divê mijara me pêvajo be. Niha em zêdetir nêzî azadiya xwe û statuya xwe ne. Ji ber ku dewlet bi awayekî fermî gavan diavêje û divê em jî xwe birêxistin bikin. Divê em hemû malbatên xwe bikin komunek û van komunan bikin xizmeta civakê.”   Gulistan Sonuk gel hemû vexwend mitînga 4'ê Çileyê ya dê li Amedê bê kirin û axaftina xwe bi dawî kir.