DAKAHDER: Li herêmê jin nikarin xwe bigihînin alîkariya edlî 2025-12-12 15:26:04     AMED - Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAHDER) bi hevkariya 15 baroyan rapora “Li Bajarên Herêmê Xwegihandina Edaletê ya Jinan: Xizmetên Alîkariya Edlî” eşkere kir.   Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê(DAKAHDER) bi çarçoveya projeya xwe ya “Bihêzkirina Kapasîteya Hiqûqê ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Rola Zayendî” rapora xwe ya ku bi navê “Li Bajarên Herêmê Xwegihandina Edaletê ya Jinan: Xizmetên Alîkariya Edlî” eşkere kir.   Ji bo parvekirina raporê li avahiya ÇandAmedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Rêveber û pêkhateyên DAKAHDERê, endamên Baroya Amedê, Baroya Şirnexê, Baroya Mûşê, Baroya Agiriyê, Baroya Îdirê, Baroya Sêrtê, Baroya Bedlîsê, Baroya Êlihê, Baroya Mêrdînê û Baroya Semsûrê tev li civînê bûn. Rapor bi piştevaniya Konsolosxaneya Swêdê û bi hevkariya 15 baroyan hatiye amadekirin. Rapor tenê bi zimanê Tirkî ji aliyê parêzer Cansel Talay ve hate xwendin.   Cansel Talay diyar kir ku li bajarên herêmê di warê pergala alîkariya xizmetên edlî de dewlet erka xwe nayîne cîh û wiha got: “Baro, rexistinên jinan û parêzerê dilxwaz bi fedakariyek mezin li ser pêya disekinin. Xwegihandina edaletê ya jinan bi hewldanên şexsî û nîyetên baş nayê kirin. Em bi vê raporê; berpirsyariya rayedaran bi bîra wan dixin û ji raya giştî re eşkere dikin ku bila vê erka berpirsiyaran bizanibin. Ji her hezar jinên ku li bajarên heremê dijîn tenê yek ji wan dikare xwe bigihijîne alikariya edlî. Jinên ku di pêvajoya hevberdana hevjînên xwe de nikarin xwe bigihînin parêzeran. Li bajarên herêmê xwegihandina alîkariya edlî li gorî rêjeya Tirkiyeyê ji sedî 55 kêmtir e. Li Amedê ji bo jinekê alîkariya hiqûqî ya salane tenê 12 lîre ye. Dewlet alîkariya edlî ji bo jinan pêk nayîne. Li şûna desthilatê-dewletê baro û parêzerên dilxwaz alîkariya edlî didin jinan.” ancar û Faîk Ozgur Erol dê bi partiyên siyasî re bicivin. Şande, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re li Navenda Giştî ya DEVA’yê civiya.