Şandeya Îmraliyê bi partiya DEVA û MHP'ê re hevdîtin pêk anî 2025-12-12 14:39:51     ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re civiya û dû re jî bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.   Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol îro serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir.   Hevdîtina bi Devlet Bahçelî re   Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya. Hevdîtin, li Meclisê hat kirin û Devlet Bahçelî şande li ber derî pêşwazî kir. Piştî wêne û dîmenê dan çapemeniyê, civîn li odeya Devlet Bahçelî ya Meclisê ji çapemeniyê re girtî domiya. Piştî hevdîtinê jî daxuyanî hat dayîn.   Pervîn Buldanê wiha got: “Têkildarî hevdîtina 2’yê Kanûnê ya li Îmraliyê û geşedanên piştre me birêz Devlet Bahçelî agahdar kir. Em li ser qonaxên pêvajoyê axivîn. Hevdîtineke girîng û biqîmet bû. Li gorî me, divê qonaxa nû ya pêvajoyê li ser zemîneke nû were domandin. Em dikarin bibêjin derbasî qonaxa duyemînb ûne. Di vê qonaxê de jî pêdivî bi zemîneke zagonî û hiqûqî heye. Pêwîstî bi zemîneke zagonî heye. Helbet divê zagona aştiyê hebe û dixwazin vê bi taybetî jî bibêjin. Xebatên partiyên siyasî û komîsyonê yên ji vir şûnde dê girîng bin. Me jî nêrînên xwe bi birêz Devlet Bahçelî re parve kirin. Me bendewariyên xwe yên têkildarî zagonan jê re parve kir.”   Devlet Bahçelî jî got: “Pervîn xanimê her mijar bi aşkerayî anî ziman. Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina wê.”   Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya   Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re li Navenda Giştî ya DEVA’yê civiya. Piştî hevdîtina li Navenda Giştî ya DEVA'yê, daxuyaniyeke hevpar hat dayin.   Alî Babacan, di daxuyaniyê de got ku ew têkildarî plankirina qonaxa nû ya pêvajoyê û têkildarî tiştên ji bo serkeftina wê pêwîst şêwirîne û wiha domand: “Êdî komîsyon rapora xwe amade dike. Divê pêvajo çawa bimeşe û li ser xebatên verastkirinên zagonî xebat tên kirin. Em ê heta yek du rojan rapora xwe amade bikin û pêşkeşî Serokatiya Meclisê bikin. Yek ji partiya ewil piştgirî daye pêvajoyê em in. Karekî zehmet e lêbelê wekî min gotibû ‘heke îxtîmala çareseriyê ji sedî 5 jî be em ê piştgiriyê bidin wê îxtîmalê.’ Ji wê rojê heta niha jî em piştgiriyê didin. Di pêvajoyên çareseriya şer de rewşa siyasî û civakî girîng e. Ev rewş çiqasî baş be, ewqas baştir dibin. Dema ev rewş xera dibe, pirsgirêk zêde dibin. Lewma divê hemû alî di gotinên xwe de hişyar tevbigerin.   Piştî temamkirina raporê, divê komîsyon di mijara naveroka raporê de xebateke baş a pêwendiyê bike. Dê mijarên zehmet bibin rojev û rêya derbaskirina vê astengiyê jî ew e ku gel were agahdarkirin. Divê sedema van gavan baş werin vegotin. Me tişta ji dest dihat kir û dê bikin. Lê em li bendê ne ku birêz Erdogan gel bêhtir agahdar bike.”   Pervîn Buldanê jî anî ziman ku ew gelek qîmetê didin piştevaniya Partiya DEVA’yê û got: “Di vê hevdîtinê de jî fikrên xwe yên biqîmet parve kirin. Em dikarin bibêjin qonaxa ewil temam bû û derbasî qonaxekî nû bûn. Tiştên diviyabû di qonaxa ewil de bihatina kirin hatin kirin. Komîsyonê şandeyek amade kir û şand Îmraliyê û hevdîtineke girîng kir. Li gorî me niha jî dora verastkirinên zagonî ye û divê gavên lez bên avêtin. Pêdiviya me bi zagona aştiyê heye da ku pêvajo bi ser keve. Li gorî me girîng e ku zagon di demekî nêz de derkeve. Em piranî li ser vê sekinîn. Dê bi birêz Bahçelî û partiyên din re jî hevdîtinan bikin. Herî dawî jî em ê bi serokkomar re hevdîtinê bikin.”   Mîthat Sancar jî ev tişt anî ziman: “Hevdîtineke berhemdar bû. Me pêşniyarên hev guhdarî kir. Ji bo aştiyê divê mutabeqeta siyasî û piştevaniya civakî were berfirehkirin. Hedefa me ev e. Zehmetiyên xwe jî hene lêbelê em bawerin ku dê bi ser kevin. Hewceye verastkirinên zagonî ji bo pêvajoya aştiyê sûdewer bin.”