Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin 2025-12-06 19:12:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û koçberên Efrînê bi çalakiyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û banga avakirina civakeke wekehev û aştiyane kirin. Ev çalakî ji aliyê Meclisa Jinan a malbatên Şehîdan li Helebê hate lidarxistin.   Însyatîfa Jinan ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya Meclisa Jinan a malbatên Şehîdan li Helebê meşek li dar xistin, çalakgeran daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.   Koçberên bajarê Efrîn, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî çalakiyê bûn, wêneyê  Abdullah Ocalan û pankarta "Bi rihê komunal û civaka demokratîk, em ê bi Rêber Apo re bi azadî bijîn" vekirin.   Meş ji çerxereya Zeytûnê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê dest pê kir heya çerxereya Şehîdên Şoreşê ya li taxa Eşrefiyê ve çû. Li wir, piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Înîsiyatîfa Jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan, Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku pêwîst e Abdullah Ocalan azad bibe da ku pêşengiya pêvajoya aştiyê bike.   Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Hefîza Hisên diyar ku Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan felsefeya yekitî û lihevhtinê ava kiriye û ji bo her kesê ku dixwaze cicakek dadmend û aştiyane ava bike bûye lêveger.   Meş bi qîrîna dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.