Şaredariya Tetwanê Navenda Jinan a Zîn vekir 2025-12-05 21:37:51   BEDLÎS – Şaredariya Tetwanê Navenda Bîhnvedanê ya Zîn vekir.   Şaredariya Tetwan a Bedlîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li kolana Eczacilar navenda Bîhnvedanê ya Jinan a Zîn vekir. Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr, rêveberên DEM Partiyê û gelek jin tevli bûn.   Hevşaredar Belkiza Beştaş Epozdemîr diyar kir ku wê xebatên jinan bidomînin, projeyên ji bo jinan bikin jiyanê.   Navend bi piştî axaftinan hat vekirin.