DEM Partî çû serdana jinên karkerên çandiniyê 2025-12-04 20:02:15   ÎZMÎR- DEM Partî li navçeya Menemen a Îzmîrê bi jinên karkerên çandiniyê re hat gel hev û daxwaz û şert û mercên wan guhdar kirin.   Rêxitsinên DEM Partî yên Menemen û Konak yên Îzmîrê ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên ku karkerên çandiniyê dijîn  li Menemenê bi jinên karkerên çandiniyê re hatin gel hev. Rêvebreên DEM Partî yên Konak û Menemenê, parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk tevli serdanê bûn. Karkerên çanidniyê Era Dînç û Hatîce Syler tiştên dijîn û daxwazên xwe anîn ziman.   ‘Em beramberê keda xwe nagirin’   Esra Dînç da zanîn ku 20 sale karkeriya çandiniyê dike û tu carê sîgoreya wan bi rêk û pêk nehatiye razandin û ji ber belgeya fermî ya xebata wan tuneye sîgorte jî nayê çêkirin. Esra Dînç got ew nikarin mafên xwe bixwazin û xwe îfade bikin, çawa biaxivin hedef tên girtin. Esra Dînç bi lêv kir ku di bin şert û mercên giran de tî û birçî 7-8 saetan dixebitin. Esra Dînç got ku kes wan nabihîze û nabîne.   Hatîce Soyler ya 69 salî jî bi lêv kir ku karkeriya çandiniyê tu ewlehiya wê tuneye û kes naxwaze vî karî bike.