Li girtigehan ava qirêj, astengî û tundiya psîkolojîk 2025-12-02 11:33:41   Elfazî Toral   STENBOL - Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi binpêkirineke din a nû ya mafên mirovan di rojevê de ye.  Yek ji xizmên girtiyan Fince Akman, diyar kir ku di dema serdanan de xizmên li xizmên girtiyan jî lêgerîna dev tê kirin û got, "Em vê zilmê qebûl nakin."   Zilm, tundûtûjî û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê li dijî girtiyan û malbatên wan, roj bi roj zêde dibin. Malbatên giriyan bertek nîşanî qedexeya rûniştina bi hev re di dema serdanan de, pirsgirêkên paqijiyê ji ber ava qirêj, kantînên biha û lêgerînên ku di dema serdanan de têne kirin dan. Malbatan diyar kirin ku hem li girtiyan û hem jî li malbatên wan zextên psîkolojîk tên kirin.   Ji xizma girtiyan Fince Akman, diyar kir ku di serdana wê ya Mizgîn Akman de ku roja Sêşemê, 25'ê Mijdarê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê kiriye, ew bûye şahida gelek qedexe û zextên psîkolojîk hem li ser girtiyan û hem jî li ser  malbatên wan û bang li rayedaran kir ku binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bikin.   'Em naxwazin girtî bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin'   Fince Akman got ku dema ew çûye girtîgehê da ku serdana keça xwe bike, jê re hatiye gotin, "Divê kes li kêleka hev rûnene. Wan maseyên ku em her tim lê rûdiniştin guhertine û ji me re gotin ku divê em li kêleka zarokên xwe rûnenin û silavê li kesên din nekin. Porê keça min pir qirêj xuya dikir. Min jê pirsî, 'Tu serê xwe naşoyî?' Wê got ku serê xwe şûştiye. Lê min bîhna porê wê girt  û bîhnek nexweş jê dihat. Min dîsa ji keça xwe pirsî, 'Çima bêhna porê te ne xweş e?' Got 'ji ber ku av qirêj e. Ew ava vexwarinê jî ji kantînê dikirin. Lêbelê, bihayê ava ku di kantînê de tê firotin pir zêde ye. Li vê girtîgehê her tişt guheriye. Em nikarin zarokên xwe hembêz jî bikin ji ber ku qedexe ye. Ceza li ser ceza didin. Em li  tu girtîgehan zilmê naxwzin. Tundiya psîkolojîk li zarokên me dikin. Zarokên me di van şert û mercan de têdikoşin. Ger vê tudiya li ser zarokên me bidomnin em ê jî derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin."   'Em van helwestan qebûl nakin'   Fincê Akman behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Di vê pêvajoya ku em behsa aştiyê dikin de, dewlet behsa aştiyê dike û di heman demê de li dijî zarokên me yên di girtîgehê de tundiyê pêk tîne. Li vir durûtî heye. Ez bang li dewletê dikim: Bila zarokên me berdin, em vê yekê qebûl nakin. Ger ew li dijî zarokên me tundiyê bikin, em ê derkevin kolanan. Ger pêwîst be, em ê li ber girtîgehan nobedariyê bigirin. Em vê îşkenceyê qebûl nakin. Em diçin girtîgehê û tenê 40 deqîqeyan zarokên xwe dibînin. Em dixwazin ku zarokên me di zûtirîn demê de ji girtîgehê werin berdan. Zarokên me ji ber ku ew Kurd in di girtîgehê de ne. Ne tenê girtiyên me tên cezakirin, lê xizmên wan jî tên cezakirin. Dema ku em, malbat, binpêkirinên li girtîgehê dibînin, em wan wekî ku li dijî me hatibin kirin dibînin. Ew bi van pêkanînan me ceza dikin. Em van helwestan qebûl nakin."   Binpêkirinên li girtîgehê li hember malbatan jî tên kirin   Fincê Akman got, "Dema ku em diçin serdanan, ji aliyê gardiyanan ve di warê psîkolojîk de tundî li me tê kirin. Gerdiyan li devê me lêgerînê dikin.  Li Girtîgehên Bakırkoy û Silivriyê tecrîdeke giran heye. Her tiştê ku ew li ser girtiyên me ferz dikin, niha li ser malbatên ku ji bo serdanan tên jî ferz dikin. Girtîgeha Bakırkoy ji aliyê gardiyanan ve hatiye dagirkirin. Wekî xizmên girtiyan, em van pêkanînan qebûl nakin."