Ji TJA'yê ji bo Dîlan Karaman daxuyanî 2025-11-28 09:12:30   AMED - TJA'yê di daxuyaniya derbarê Dîlan Karaman de got, "Em ê bi biryardarî li dijî hemû gefên li ser jiyana jinan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê vê pêvajoyê bişopînin."   Daxuyaniya Tevgera Jinên Azad (TJA)  wiha ye: "Hevala me Dîlan ji 11'ê Mijdarê ve di beşa lênêrîna giran de ji bo jiyana xwe têkoşiya. Wekî Tevgera Jinên Azad, me ji roja yekem ve her aliyê rewşa wê bi baldarî şopand. Çawa ku me bi berdewamî xwekuştin, mirinên ji nişka ve û mirinên gumanbar ên jinan şopandin, em ê tu carî nehêlin ku mirina gumanbar a hevala me Dîlan îro di tariyê de bimîne. Em şîdeta sîstematîk û bêcezatiyê qebûl nakin. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe li dijî hemî gefên li ser jiyana jinan bidomînin. Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin. Wekî TJA'yê, em ê keda hêja ya Dîlanê, hewesa wê ya ji bo azadiyê zindî bihêlin."