Jin di atolyeyên hişyariyê de hatin cem hev 2025-11-26 11:33:08     AMED -Di atolyeyên hişyariyê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê  de li Navendên Jiyana Jinan li dar xistin,  der barê cûreyên tundiyê de agahî hatin parvekirin.   Xebatên hişyariyê yên ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, destpêkirine, didomin. 120 jin beşdarî atolyeyên ku li Navenda Jiyana Jinan a Quçayê wek 3 kom, li Navenda Jiyana Jinan a Ben û Senê wek 2 kom û li Navenda Jiyana Jinan a Lalebeyê jî wek 1 kom hatin birêvebirin, bûn.   Der barê cûreyên tundiyê de agahî hatin parvekirin   Di atolyeyên ku agahiyên berfireh ên der barê aliyên cihêreng ên tundiya li ser jinê de hatin parvekirin de; ligel tundiya fîzîkî, der barê cûreyên tundiyê yên wekî tundiya psîkolojîk û dîjîtal ku di roja me ya îro de her ku diçe zêde dibin de, hişyarî hat avakirin.   Di atolyeyan de hat vegotin ku tundiya psîkolojîk tevgerên wekî biçûkxistin, gefxwarin, kontrolkirin, îzolekirin, zirardayîna baweriya bi xwe û manîpulasyona hestyarî dihewîne û bal hat kişandin ku ev cûre tundî dikare bi qasî tundiya fîzîkî bandorên hilweşîner biafirîne. Ji beşdaran re hate ragihandin ku tundiya psîkolojîk di jiyana rojane de pirî caran bêyî ku bê ferqkirin didome û der barê rêbazên têkoşîna bi vê re agahî hatin dayîn.   Di atolyeyên ku mijara tundiya dîjîtal a bi belavbûna teknolojiyê re zêde bûye jî hat destgirtin de, hat destnîşankirin ku tundiya dîjîtal dikare bi gelek awayên cûda yên wekî parvekirina daneyên kesane ya bêdestûr, peyamên bi mebesta gefxwarinê, tacîza li ser medyaya civakî, şopandina dîjîtal (stalking) û zirardayîna îtîbara serhêl derkeve holê.   Di atolyeyên ku mekanîzmayên jin dikarin li dijî tundiyê piştgiriyê jê wergirin jî hatin vegotin de, der barê navendên piştevaniyê yên şaredariyan û xizmetên ku saziyên têkildar pêşkêş dikin de agahdarkirineke berfireh hat kirin. Di atolyeyên ku rastî eleqeyeke mezin hatin de, jinan serpêhatiyên xwe parve kirin.