Jin li Enqereyê meşiyan 2025-11-25 22:03:25   ENQERE - Jin bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî çalakiya meşê li dar xist. Girseya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di nav de astengiya polîsan nasnekirin û bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.   Platforma Jinan a Enqereyê bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî, li ber peykerê Mafê Mirovan a navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya xwe heta cihê daxuyaniyê meşiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî bi girseyê re meşiya. Girse heta cihê daxuyaniyê bi dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Jin şer nexwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.   Jin li ber Peykarê Mafê Mirovan ji aliyê bi sedan jinan ve hatin pêşwazî kirin. Jinên ji ber astengiya polîsan nekarîn bimeşin, bi dirûşme û gotinan bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Her wiha girsê pankarta li ser, “Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in” dinivisî hilgirtin. Jinên dovîz û wêneyên jinên hatine qetilkirin di destê wan de bû demekê dirêj bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Li ser berxwedana jinan polîs neçar man ku rê vebikin. Jinên bariqata polîsan hilweşandin li ser rê bi dirûşmeyan heta Rya Sakaryayê meşiyan.   ‘Em ê hesap bipirsin’   Li Rêya Sakaryayê daxuyanî hat dayin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê endama Platforma Jinên Enqrreyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin. Nebahat Çalpan bi lêv kir ku jin li dijî kuştin û tundiyê li qadan in û jinên hatine qetilkirin bi bîr anî. Nebahat Çalpan destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan heza xwe ji polîtikayên dewletê digire û wiha got: “Di budçeya îsal de jî para jinan tune ye. Lê budçe ji Diyanet û tarîqatan re tê veqetandin. Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Em li dijî kuştina jinan li qadanin û em ê hesap bipirsin. Ji bo hemû bindestan li dijî pergala serdestiya zilam em ê xwedî li aştiyê derbikevin. Keda me, nasnameya me û laşê me ya me ye. Em bi hev re bi hez in û bi hev re azad bibin.”   Piştî daxuyaniyê li ser navê saziyên jinan jî kesên tevlî bûnê bi dorê mafê axaftin kirin û bal kişandin ser tundî û kuştina jinan û gotin ew ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.