SAMER: 168 jin hatin kuştin 2025-11-25 12:14:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ragihand ku di navbera 1'ê Tîrmehê û 24'ê Mijdara 2025'an de 362 jinan jiyana xwe ji dest dan.   Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) daneyên Bianet, JinNews, Platoforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin, Ajansa Mezopotamya, Anit Sayaç û gelek saziyên çapemeniyê yên xwecihî û neteweyî komî ser hev kir û raporek li ser tundiya li dijî jinê weşand.   Li gorî raporê di nava çar meh û nîvan de ev bûyer qewimîn:   168 jin hatin kuştin   194 jinan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan   247 jin li tundiya fîzîkî rast hatin, birîndar bûn   Li 259 jinan karê seksê hate ferzkirin   Destdirêjî li 38 jinan bû   Destavêtin li 18 jinan bû   Gef û heqaret li 16 jinan hate kirin   Destavêtin li 39 jinan bû.   Li gorî raporê kiryarên van êriş û tundiyan jî giranî nayên zanîn, hevjîn, kesekî nenas, hevjînê berê, xizm, bav, hezkiriyê berê, hevjînê li ber cihêbûnê, hezkirî bûn.   SAMER'ê diyar kir ku ev dane tenê yên li çapemeniyê belav bûne ye, lewma hejmara rastî dibe ku hîn zêdetir be.