Jinan ji bo Tunela Taksimê bang kirin 2025-11-25 12:03:53   STENBOL - Jin dê di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bicivin. Beriya meşê, hemû kolanên ku ber bi Cadeya Îstîklal a li Beyogluyê ve diçin di bin dorpêçê de ne.   Beriya meşa jinan a ku ji bo 25'ê Mijdarê hatibû plankirin, hemû kolanên ku ber bi Cadeya Beyoglu ya Îstîklalê ve diçin, hatin girtin.   Qada Taksîmê hatiye dorpêçkirin   Li gorî banga Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê, tê payîn ku jin saet di 19.30'an de êvarê li Tunela Beyoglu bicivin. Polîsan ji sibehê ve hemû rêyên ku diçin Kolana Îstiklalê girtine. Rêyên ku diçin Qada Galatasaray û Qada Taksîmê hatine girtin û qad hatiye dorpêçkirin.   Her wiha, tevî hemû zextan, jin banga xwe ji bo hemû jinan dubare dikin ku li Tunela Taksîmê bicivin.