Jinên Şengalê: Li dijî tundiyê em tekoşîna xwe bilind bikin 2025-11-25 11:19:01      Herdem Zîlan   ŞENGAL- Jinên êzidî diyar kirin ku li dijî tundiya li ser jinan ew têkoşîna xwe bilind dikin û wiha gotin:"Ne tenê di vê rojê de em tekoşîna xwe bidin meşandin, em dibînin îro li her deverê cîhanê bêedaletiyek mezin li ser jinan tê kirin. Em jî wek jinên êzidî îro û her daîm dixwazin têkoşîna xwe xurttir bikin, li hember van kiryaran. Wek jinên êzidî me ji fermanê heya roja îro xwe nas kiriye."   Bi wesileya roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî jinên êzidî ji ajansa me re axivîn. Jinên êzidî destnîşan kirin ku jinên êzidî hertim bêmaf hatiye hiştin û îro rêxistinbûna xwe bi tekoşîna xwe ya li dijî tundiya ser jinan bilind dikin.   ‘Fikir û Ramanê Rêber Apo hişt ku em xwe nas bikin’   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Gulê Zorava diyar kir ku bi saya fikir û felsefa Rêber Apo wan wek jinên êzidî xwe nas kirine û mafê jinan nas kirine. Di heman demê de Gulê Zorava wiha anî ziman; "Îro 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ye. Bêedaletî û newekhevîtî hertim li ser jinê hatiye ferzkirin. Ev çi ji aliyê dewleta ve çi jî ji aliyê hişmendiya mêr ve be. Mafê jinan hertim hatiye wendakirin wek jinên êzidî jî em bi van kiryaran ve pir rûb rû hatine. Em dixwazin mafên jinan bên nas kirin. Ger fikir û ramanên Rêber Apo tune bûya û me nas nekiribûna me nikaribû wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî rêxistinbûna xwe jî ava bikin. Bi saya Rêber Apo me wek jin her wiha mafê jinan nas kir.’   ‘Em dixwazin rêxistinbûna xwe xurtir bikin’   Di heman demê de yek ji endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Şengalî jî destnîşan kir ku wek jinên êzidî wan di fermana sala 2014’an de pir êş dîtine û pir jin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine şewitandin. Ji ber vê yekê jî bi saya Rêber Apo mafê jinan nas kirine îro jî rêxistinbûna xwe li ser vê esasê mezin dikin û wiha anî ziman; "Di roja 25’ê Mijdarê de gelek jin hatine şewitandin. Di fermana sala 2014’an de DAÎŞ'ê jî gelek jinên êzidî şewitand. Wek jinên êzidî me pir êş dîtin. Lê piştê fermana sala 2014’an şûn ve me biryar da ku em jî ji bo mafê jinan û azadiya jinan rêxistinbûna xwe ava bikin û li hember aqlê mêr dewletê têbikoşin."   ‘Wek jinên êzidî em dixwazin mafên xwe bidest bixin’   Her wiha Zozan Şengalî da diyarkirin ku ne tenê aqlê mêr dewletê kiryarên bêmafiyê li hember jinan dike her wiha, her roj li her çar aliyê cîhanê jin bi bêedaletiyê ve rû bi rû ne û wiha got; "Ne tenê di vê rojê de em tekoşîna xwe bidin meşandin, em dibînin îro li her deverê cîhanê bêedaletiyek mezin li ser jinan tê kirin. Em jî wek jinên êzidî îro û her daîm dixwazin têkoşîna xwe xurttir bikin, li hember van kiryaran. Wek jinên êzidî me ji fermanê heya roja îro xwe nas kiriye. Wek jinên êzidî em jî dixwazin di Şengalê de mafên jinan bidest bixin û wekhevîtî ji bo jin jî bê bicîhanîn. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî me jî pêngavek ji bo têkoşîn û xwerêxistinkirina li hember aqlê mêr daye destpêkirin. Ji bo ku em pêşiya fermanan bigirin. Ne bila kes xwe bikuje ne jî bila jin agir berde bedena xwe em li beranberî van kiryaran îro li vir têkoşîna xwe mezin dikin. Em wek jinên êzidî li dijî kuştina jinan in. Wek jinên êzidî û civaka êzidî ji bo ku xwe li hember fermana biparêze YJŞ hat avakirin, asayîşa êzidxanê hat avakirin. Parastina civakê û jinan bi van rêxistinbûnên xwe em dikin. Her wiha bi parastina xwe em îro tola wan keç û jinên êzidî yên ku hatine şewitandin radikin di 25’ê Mijdarê de’.