Komîsyona Meclîsê ji bo guhdarîkirina hevdîtina Îmraliyê dicive 2025-11-24 21:12:07   ENQERE – Komîsyona Meclisê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji Îmraliyê vegeriya. Ji bo nirxandinan dê roja çarşemê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî bicive.   Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ku ji Serokwekîla Koma Meclîsê û endama komîsyonê ya DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê Huseyîn Yayman cih digirt îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn.   Roja çarşemê hevdîtina ku pêk hatî dê bi Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî re bê parvekirin.   Her wiha Şandeya DEM Partiyê jî sibê derbarê hevdîtinê de bicive.