Li Hesekê û Çilaxa çalakiyên 25’ê Mijdarê 2025-11-22 20:48:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê, li bajarê Çilaxa dewreyeke pewerdeyê ya mêran hat vekirin û li Hesekê jî semînerek ji aliyê Partiya Kesk a Demokrat ve hate dayîn.   Di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Çilaxa dewreyeke perwerdeyê ya mêran hat vekirin û li Hesekê jî semîner hate dayîn.   Çilaxa   Rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi beşdariya 46 mêran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê li navenda PYD’ê hatiye vekirin wê 3 rojan dewam bike.   Perwerde bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Rîhan Temo axivî û diyar kir ku civaka xwezayî li ser esasê azadî û wekheviyê hatibû avakirin û rola jinan di rêxistinkirina civakê de sereke bû, lê bi pêşketina zihniyeta baviksalar re zayendparêzî pêş ket.   Rîhan Temo got, li dijî zayendparêziyê pêdivî bi çareseriyên bingehîn hene ku bi guhertina hişmendiya min û jin û vegera li civaka xwezayî ve dest pê dike.Rîhan Temo banga avakirina nifşekî nû li ser esasên edalet, wekhevî û hevjiyana  azad kir.   Beşdarên perwerdeyê ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kir ku zihniyeta serdest berhema hezarên salan eû û gotin, dê ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekehv û edaletî bixebitin.   Hesekê   Partiya Kesk a Demokrat bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" li navenda xwe ya li Hesekê semînerek li dar xist. Di semînerê de endamên partiyan, komîn û meclisan amede bûn.   Semîner ji hêla endama Ofîsa Jinan a partiyê Delal El Heşimî ve hate birêvebirin. Di semînerê de behsa tundiya li dijî jinan û bandora wê li ser civakê, malbat û jinan hate kirin.   Delal El Heşîmî diyar kir ku rizgarkirina hişmendiyê û parastina nasnameya jinan rêya bingehîn a ber bi azadiyê ve ye û got: "Têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan ne tenê berpirsyariya jinan e; ew erkeke mirovî û civakî ya berfireh e. Civakeke ku rêzê li jinan digire, ew rêzê li xwe digire, ji ber ku jin bingeha malbatê ne û hevkarên avakirina pêşerojê ne. Em dikarin gavên rastîn ber bi cîhaneke dadperwertir û ewletir ve biavêjin. Her wiha berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya berxwedana jinên YPJ'ê bi îfade kirin. "   Di dawiya semînerê de beşdaran nirxandinên xwe yên li ser tundiya li dijî jinan û bandora wê li ser civak, malbat û jinan anîn ser ziman û diyar kir ku bi riya exlaq û rastiya jinan a di nava şoreşa Rojava de û hişyarkirina jinên li gundan û jinên ku hîna rastî tundiyê tên, bên hişyarkirin.