Li Wanê panela aştiyê: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin 2025-11-22 17:43:10   WAN - Hevberdevka Meclîs Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku di panela “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de axivî, bal kişand ser pêvajoya  “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Divê hemû alî û qad ji bo pêvajoya aştiyê bixebitin û çi ji destê wan bê bikin.”   Saziyên jinan ên Wanê di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi tevlibûna endama Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica û Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû panelek hat lidarxistin. Di eywana panelê de pankarta “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” hat vekirin. Tevî endamên saziyên jinan, rêveberên saziyên sivîl û gelek jin tev li panelê bûn.   ‘Divê siyaseta dijber ji holê bê rakirin’   Hevberdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ewilî axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê di pêvajoyên çareseriyê de jin nikarin bibin kirde. Halîde Turkoglû diyar kir ku heke behsa aştiyeke civakî bikin, divê ev yek ji tekela dewletê de derbikeve. Halîde Turkoglû anî ziman ku kirdeyeke din ya aştiya civakî çapemenî ye û got: “Em bi rojnamegerên jin re hatin cem hev û me aştî nîqaş kir. Divê hemû alî û qad ji bo pêvajoya aştiyê bixebitin û çi ji destê wan bê bikin. Divê siyaseta demokratîk di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Di vê pêvajoyê de tevî komîsyonan nêzî 150 sazî hatin guhdarîkirin. Her çiqas desthilatê pênaseya ‘Tirkiyeya bê teror’ bi kar anî be jî di van hevdîtinan de çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk derket holê. Divê siyaseta dijber ji holê bê rakirin.”   ‘Hewceyî guhertinan heye’   Halîde Turkoglû bi domdarî diyar kir ku derdorên li dijî pêvajoyê, dijberbûnê bi dijberbûna AKPê re tevlihev dikin. Halîde Turkoglû da zanîn ku komîsyon dê biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û qanûn dê bên derxistin. Halîde Turkoglû anî ziman ku qanûna ewilî qanûna entegrasyonê ye û ev tişt got: “Ev tişt ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelek girîng e. Qanûnên înfazê, polîtîkayên qeyûman, mafê zimanê dayikê, hemwelatîbûn hwd. gelek tiştên ku bên guhertin hene.”