‘Bila girtiyên siyasî bên berdan’ 2025-11-21 09:05:17     STENBOL - Jinan der barê ku divê girtiyên siyasî bên berdan de çi bên kirin axivîn û got divê civak ji bo girtiyên siyasî bibin yek. Jinan gotin girtiyên siyasî azad nebin civak jî azad nabe.   Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re berdana girtiyên siyasî hat rojevê. Lê der barê vê de dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Li girtîgehên Tîpa Çal girtiyan der barê binpêkirina mafan de berxwedana rojiya mirinê dane destpêkirin û didome.    Ji Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Girtiyan re (TDÎ) Fatma Yildirim, Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz û xaltîka girtî Partîzan Alî Gulmez, Sevîm Kalman der barê mijarê de axivîn.   ‘Girtî azad nebin civak jî azad nabe’   Ji Însiyatîfa Piştevaniya Bi Girtiyan re (TDÎ) Fatma Yildirim diyar kir ku girtiyên şoreşger azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “Elîf Vuraltaş di mijdara 2024’an de 30 sal tije kir. Tahliyeya bi şert hat. Ji meha mijdara 2024’an de 3 caran bi 6 mehan dem tahliye hat taloqkirin. Elîf Vuraltaş li girtîgeha jinan a Bakirkoyê dimîne. Ji aliyê Lijneya Şopandin û Îdareya Girtîgehê ve bi kêfî nayê berdan. Ligel vê rewşa girtiyên nexweş heye. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan. Bibin jî bi kelepçe û leşkeran dibin odeyê. Ew jî derman nabin û şûnde vedigerin girtîgehê. Ji ber vê nexweşî jî giran dibin. Li gorî raporê Mafê Mirovan nêzî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Ev hejmar ne kêm e.”   ‘Pêkanînên dijmirovî’   Fatma Yildirim balkişand ser rojiya mirinê û Girtîgehên Tîpa Çal û wiha vegot: “Mirov hatin sînorê mirinê. Mînak Serpîl Cabadan ji girtîgeha Bakirkoyê bigirin Girtîgeha Tîpa S ya Manavgatê. Ji wê rojê de ye bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Li korîdora dimîne yek girtiyek tuneye. Tu kes dengê wê nabihîze. Ev du sale di vê koxuşê de tê girtin. Nayê sewqkirin. Li Tîpên Y bi gardiyanan re jî nikarin biaxivin. Bi megafonan komuta deng didin. Em ji bo çareseriya pirsgirêkên girtiyan li rê û rêbazên çareseriyê digerin.    Bila girtîgehên Tîpa Çal bên girtin   Fatma Yildirim destnîşan kir ku rêxistinbûneke bi navê ‘Bila Girtîgehên Tîpa Çal bên girtin!’ ava kirine û wiha dirêjî dayê: “Demên pêş de tê plankirin ku der barê vê de çalakî û bernem bên kirin. Em wek TDÎ di vê avabûnê de cih digirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên girtîgehan em dixebitin. Girtiyên şoreşger bi têkoşîna me dikarin azad bibin. Ew azad nebin em jî ne azad in.”   ‘Divê girtiyên siyasî bên berdan’   Hevsreoka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz jî da zanîn ku berdana girtiyên siyasî samimiyeta li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke û wiha got: “Em li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan çalakî û bernameyên cur bi cur pêk tînin. Girtî bêyî sedem bi salan eli girtîgehan e. Em STK ne. Peywira me ev e ku em van dijhiqûqiyan teşhîr bikin û mijarê bikin rojevê û pirsgirêkan çareser bikin. Em hewl didin berpirsyariya xwe  bînin cih, guh bidin banga aştî û civaka demokratîk.”   ‘Tîp neman e’   Nurten Karagoz balkişand ser rojiyên mirinê yên li girtîgehên Tîpa Çal hatine destpêkirin û got: “Ji her tîpî girtîgeh tên çêkirin. Hema hema tîp nemane. Çima van mirovan evqas tenê dihêlin tecrîd dikin. Ev pêkanînên ku nikare bên qebûlkirinê ne. Divê demildest girtî bên berdan. Komîsyona li meclîsê divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ancax bi vî awayî civak îqna bibe. Divê girtî demildest bên berdan.”   ‘Binpêkirin û tecrîd didome’   Xaltîka girtî Partîzan Alî Gulmez Sevîm Kalman da zanîn ku piştî komkujiya 19’ê Kanûnê şûnde 3 girtiyên siyasî û di hucreyên yek kes de hatin bicih kirin û wih agot: “Li dijî tecrîda pêk tê hîna ber xwe didin û li dijî binpêkirinên dijmirovahîne. Binpêkirinên mafan û tecrîd didome. Înfaz tên şewitandin û tahliye bên taloqkirin. Dermankirina girtiyên nexweş nayên girtin û girtî terkî mirinê tên kirin. Divê rayagiştî bibe dengê girtiyên şoreşger. Însiyatîfa ‘Bila Girtîgehên Tîpa Çal bên girtin’ cihekî ji bo vê ye. Divê hemû kes di vir de bê gel hev. Anîna rojevê ya pirsgirêkan girîng e. Girtî di bin tecrîdê de ne. Li pêş me riyeke têkoşînê heye.  Divê em xwe rêxistin bikin û çalakiyên xwe dem dirêj plan bikin.”