Li Wanê jinan zincîra mirovahiyê ava kirin 2025-11-20 15:17:28   WAN - Meclîsa Jinan DEM Partiyê ya Wanê, a zincîra mirovahiyê ava kir, banga berfirehkirina têkoşîna jinan kir, banga 27ê Sibatê jî bi bîr xist.   Meclîsa Jinan a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi şîara "Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne" li Meydana Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Jinên DEM Partiyê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli û gelek jinên din beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankartek bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Em ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne" hate vekirin. Her wiha dowizên bi nivîsên "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve", "Edalet ji bo Rojin Kabaiş" û "Kuştina jin û zarokan siyasî ye" hatin hilgirtin.    Hevseroka bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt di daxuyaniyê de behsa girîngî û aliyê dîrokî yê 25'ê Mijdarê kir û got, "Em li dijî şîdeta li ser jinan, li dijî bîrdoziya ku jinan paşguh dike û têkoşînê dikin. Ev têkoşîn ji destpêka demê ve mezin dibe. Bi têkoşîna ku ji hêla sê xwişkan ve tê meşandin, em îro li dijî pratîkên zayendperest, neteweperest û leşkerî têdikoşin. Em bi berdewamî redkirina van polîtîkayan diyar dikin. Mixabin, em bi mirina jinan û mirinên gumanbar ên jinan şiyar dibin. Kuştina jinan berhema birdoziyekê ye."   Piştî daxuyaniyê, jinan li ser Cadeya Cumhuriyetê zincîreke mirovî ya deh metre dirêj çêkirin. Kesên ku di rê de derbas dibûn bi nîşana serketinê û çepikan piştgirî dan jinan, her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Xwepêşandan bi çepik û sloganan bi dawî bû.