‘Bi ruhê Bêrîvan û Binevşan rabû’ 2025-11-20 15:07:59   ŞIRNEX - Şîna aktîvîsta TJAyê Bêrîvan Kutlu berdewam dike. Di şînê de hat hat diyarkirin ku wê mîrateya Bêrîvan Kutlu li erdê nehêlin û got: “Em ê şînê negirin. Em ê wekî Bêrîvanê mal bi mal, tax bi bi tax bixebitin.”   Serdana şîna aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Berîvan Kutlu di roja sêyemîn de li Mizgefta Ehmedê Xanî û konê şînê ya jinan ên li navçeya Silopyayê didome. Parlamentera Şîrnexê Newroz Uysal Aslan, gelek aktîvîstên TJAyê, hevserok û rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, gelek nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk, heval û xizmên Berîvan Kutlu tev li serdana şînê bûn.   Jin bi dirûşmeyan meşiyan   Jin piştî serdana şîna li mizgeftê pankarta “Mîrateya têkoşîna te ya bi rûmet emanetî me ye heval Bêrîvan. Em te ji bîr nakin” vekirin û ber bi kona şînê ya jinan ve meş li dar xistin. Jinan gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin”, “Bêrîvan namirin” berz kirin.   ‘Em ê li şûna şînê bixebitin’   Aktîvîsta TJAyê Zozan Înal destnîşan kir ku ev 3 roj in li her derê ji bo Bêrîvan Kutlu jin li ser pêya ne û wiha got: “Hevala Bêrîvanê fikra xwe bi hemû jinan re parve kir lewma hemû jin xwedî lê derdikevin. Em ê mîrateya havala Bêrîvanê li erdê nehêlin. Em li malên rûnanin û şînê nagirin. Em ê wekî Bêrîvanê tax bi tax mal bi mal bigerin û xebatê li pêş bixin. Şehîd namirin. Berxwedan jiyan e.”   ‘Bi ruhê Bêrîvan û Binevşan rabû’   Hevseroka DBPa Silopyayê Aycan Îrmez Azman jî diyar kir kû Berîvan Kutlu ruhê Binevş, Bêrîvan, Sêvê, Pakîze zindî hiştibû û ev ruh li Botanê belav kir û got: “Lewma jin xwedî lê derdikevin. Em minetdarê wê, keda wê ne û bejna xwe li ber keda wê ditewînin. Em ê xwedî li wê û keda wê derkevin.”   Heyetek ji Amedê serdana şînê kir   Aktîvîsta TJAyê Sabahat Tuncel, hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeya Rezanê, Dayikên Aştiyê yên Amedê û gelek rêveber partiyên siyasî û endamên meclîsa şaredariyan serdana şînê kirin.   Şîna li mizgeftê û konê şînê ya jinan bi serdanan didome.