TJA'yê ji bo Sûdanê bang kir 2025-11-20 12:07:25   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê têkildarî pevçûnên li Sûdanê diyar kir ku şerê berdewam a li Sûdanê bûye yek ji qeyranên mirovî yên herî wêranker e û got:"Têkoşîna rizgariya jinan sînoran nas nake; ew gava ku em bi hev re radiwestin xurttir dibe û gava ku em xurttir dibin, jiyanê diguherîne."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan di şerê berdewam ê li Sûdanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend şerê li Sûdanê veguheriye yek ji krîzên mirovî yên herî wêranker ên cîhanê, jin hîn jî barê herî giran ê vî şerî dikişînin.   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Şerê berdewam ê li Sûdanê bûye yek ji qeyranên mirovî yên herî wêranker ku cîhanê heta niha dîtiye û jin hîn jî barê giran ê vî şerî hildigirin. Li welatekî ku tundûtûjî rojane zêde dibe, jin û zarok rastî îşkenceyên giran, êrîşên sîstematîk û koçberiya bi darê zorê tên. Wêrankirina cihên jiyana wan, nebûna ewlehiya wan û zehmetiya zêde ya gihîştina pêdiviyên bingehîn, jinên Sûdanê dike beşa nedîtî lê ya herî kûr a nifûsê ku ji şer bandor bûye.   Jinên ku rasterast ji aliyê şer ve tên hedefgirtin, bi gefên zêdetir ên li ser mafê wan ê jiyanê, yekparebûn û ewlehiya laşî re rû bi rû dimînin.   Wekî jinên Kurd, em serpêhatiyên jinên Sûdanî yên ku di nav şer de asê mane pir baş dizanin.   Jiyanên ku li ser rêyên koçberiyê winda dibin, têkoşîna ji bo gihîştina ewlehiyê, şîdeta mêran a ku di dema derbasbûna sînoran de pê re rû bi rû dimîne û mîlîtarîzma ku laşên jinan hedef digire, îro li Sûdanê jin bi awayê herî êşdar têne hedefgirtin.   Bi hezaran jin li Sûdanê ji jîngehên xwe têne dûrxistin, ji malên xwe têne derxistin û di rêwîtiya xwe ya ber bi ewlehiyê ve bi tûndiyên cûrbecûr re rû bi rû dimînin. Şer rasterast şêwazên jiyana jinan hedef digire, şert û mercên wan ên jixwe dijwar ên jinbûnê digihîne astek hîn mezintir a tengijandinê.   Îro, divê em şert û mercên şer ên dijwar û tundûtûjiya ku gihîştiye asta qirkirinê û jinên Sûdanî rastî wê tên, bi têkoşîna hevbeş a jinên li çaraliyê cîhanê eşkere bikin û rawestînin. Wekî tevgera jinên Kurd, bi hêza ji çanda me ya dîrokî ya hevgirtinê digirin, piştgiriya xwe ya ku bi jinên Sûdanî re dubare dikin. Têkoşîna rizgariya jinan hêzek e ku ji gelan, sînoran û erdnîgariyan derbas dibe. Ji bo me, hevgirtin ne tenê hestek e; ew di heman demê de berpirsiyariyek dîrokî û exlaqî ye.   Ji ber ku em pir baş dizanin ka bêdengî çawa tundûtûjiyê zêde dike. Bêdengî hevkarê nedîtî ye di her êrîşek ku mafê jiyanê yê jinan hedef digire. Ji ber vê yekê, em bang li hemû rêxistinên jinan, femînîstan, çalakvan, karker û jinên li çaraliyê cîhanê dikin ku hevgirtina jinan a navneteweyî li dijî şerê li Sûdanê û êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan xurt bikin.   Jinên Sûdanî ne bi tenê ne.   Têkoşîna rizgariya jinan sînoran nas nake; ew gava ku em bi hev re radiwestin xurttir dibe, û gava ku em xurttir dibin, jiyanê diguherîne.   Jin Jiyan Azadî.. "