Jina pêşeng a Botanê, dengê têkoşînê 2025-11-20 09:06:45   Rojda Aydîn    ŞIRNEX – Bêrîvan Kutlu ku li quntara çiyayê Cûdî hat veşartin, bi têkoşîna xwe ya 25 salan bû sembola azadiya Gelê Kurd û mafên jinan. Hevrêya wê Harîka Peker biryardariya Bêrîvanê li girtîgehê, li qadê û bandora wê ya kûr a li ser Botanê vegot.   Her ku bayê ku ji quntarên çiyayên Cûdî tê şopa ku jinek li pey xwe hiştiye hildigire, axa gundê Navyan careke din şahidiya bêdeng a berxwedanê dike. Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Kutlu ku koça dawî kir, ji roja ku di sala 2001’ê de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, rêyeke xebata bêwestan şopand, dengê jinan bilind kir û xwe ji bo avakirina pêşeroja gelê xwe terxan kir.   Bêrîvan ne tenê warê têkoşîna wê, lê di heman demê de erdnîgariya Botan, Cîzîr û her qadeke têkoşîna jinan jî di nav xwe de hidigirt, temsîla pêşengiyê dikir. Berxwedana wê mîrata Bêrîvana Cizîrê, ku di salên 1990’î de bi kefiya xwe ya spî li Cizîrê bû sembol û têkoşîna jinan a ku îro jî berdewam dike, bi hev re kir yek. Her gavek şopên erdnîgarî û têkoşîna dîrokî hildigirt, lê mîrata têkoşînê di dilên nû de mîna alayek ku ji nifşekî ve tê veguhestin, şîn dibû.   Her çiqas nexweşiyê laşê wê westandibe jî, wê qet dev ji têkoşîna xwe berneda; dema ku sîstemê hewl da dengê wê bêdeng bikin, wê bi bêhneke nû gotinên xwe dubare kir. Û di dawiyê de, li gorî wesiyeta wê, ew spartin singa axa ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, di bêdengiya Navyan û siya Cûdîyê de. Her ku laşê Bêrîvan tevlî axê dibe, têkoşîna ku wê li dû xwe hişt û israra jinan a ji bo jiyaneke azad di rêya xwe de berdewam dikin, vê carê wekî mîrateyek ku dê di dilên din de geş bibe.   Em ê ji aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Harîka Peker ku hevrêya Bêrîvanê ye, ew demek li girtîgehê bi hevre man û demek dirêj bi hev re têkoşîn meşand, têkoşîna Bêrîvanê bibihîzin.   ‘Bêrîvanê bandorek mezin li ser Botanê kir’   Harîka Peker, anî ziman ku ew di sala 2010’an de hatiye Botanê û wê demê Bêrîvan Kutlu nas kiriye û got wê demê seroka navçeya Silopiyê bû. Harîka Peker, bi lêv kir ku dema wê Bêrîvanê nas kiriye bandorek li ser wê kiriye û wiha domand: “Hevalek pir ciwan bû. Li cihekî wek Botanê seroka navçeyê bû. Min ewilî wisa heval Bêrîvan nas kir. Piştre em demeke dirêj bi hevdû re xebitîn. Erdnîgarî li ser kesayetiya mirovatiyê bandorê li mirovan dike. Bêrîvan heval jî yek ji wan bû. Çiya, daristan û ava Botanê bandora xwe li ser Bêrîvanê kiribû. Ji ber vê yekê kesayetiya wê wek Botanê bû. Wekî ku tê zanîn êşîr û civakek feodal jî hebû. Wek jinekê pêşengî ji vê civakê re kirin hêz dida mirovan. Hem ciwantiya wê û hem jî wek jinekê pêşengiya Botanê kirin bandorek mezin li ser mirovan dihişt.”   Hat binçavkirin û girtin   Harîka Peker, destnîşan kir ku di sala 2011’an de operasyona KCK’ê hat kirin ew tevlî Bêrîvan Kutlu û gelek kesan hatine binçavkirin û girtin. Harîka Peker, da xuyakirin ku Bêrîvanê di girtîgehê de jî ew sekna xwe ya bi biryar daye nîşandan û wiha pê de çû: “Li dadgehê wek jineke kurd a pêşeng xwe da xuyakirin. Wê demê şert û mercên girtîgehê gelek dijwar bû. Operasyona KCK’ê hatibû kirin zarok, dayik û ji civakê gelek kes di girtîgehê de bû. Heval Bêrîvan moral dida hevalên ku di girtîgehê de bû. Heval Bêrîvan di aliyê kurdewariyê de pir pêşketî bû. Piştî ku em ji girtîgehê derketin jî dîsa pêywirên cûda di nava partî û tevgera jinê de girt. Ez di sala 2015’an de tahliye bûm. Lê ew çend meh  berê min tahliye bû. Çawa ku derket jî hilbijarhartin hebû. Wê demê pêywira hevşaredariya Dêrgûlê girt.”   Di şerê xweseriyê de li cem gelê xwe bû   Harîka Peker, bal kişand ser şerê xweseriyê û bi lêv kir ku gelek alîkarî ji bo civakê kiriye û wiha axivî: “Şirnex hatibû girtin wê demê gel hatibû Dêrgûlê û gundên dinê bûn. Dema tiştek biketa ser milê wê dikir. Lê piştre qeyûm tayînê şûna wê hat kirin.”   'Heval Bêrîvan ji Cizîrê gelekî hez dikir’   Harîka Peker, bi bîr xist ku di hilbijartinên 2019’an de jî Bêrîvanê wek hevşaredara Cizîrê hat hilbijartin û bi van gotinan behsa wê kir: “Heval Bêrîvan ji Cizîrê gelek hez dikir. Cizîr di dilê Bêrîvanê li cihekî dinê bû. Cizîr ji bo Bêrîvanê ne bi tenê bajarek bû. Cizîr ji bo Bêrîvanê dîrokek, serhildanek û têkoşînek bû. Bêrîvan ji ber vê yekê xwe nêzîkî Cizîra Botan didît. Demeke dirêj jî xebatên xwe li wir berdewam kir. Her du caran jî qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Lê belê Bêrîvanê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Her tim di nava xebatan de cihê xwe girt. Gelek caran hat binçavkirin, girtin û zext lê hatin kirin. Lê li dijî van hemûyan jî heval Bêrîvan xebatên xwe meşand. Her tim hewldan û pêşketinên wê hebûn. Xeyala Bêrîvanê Kurdistaneke azad bû. Ji bo azadiya jinê û Gelê Kurd hewldanên wê hebûn. Dema ku mirov behsa heval Bêrîvan bike welatparêziya wê pir pêş de bû. Welatparêzek jin a welatê xwe bû. Di aliyê vîn û rêxistinbûyîna jinê de xwe dida xuyakirin. Dema em diçûn nava civakê hestên wê û têkiliyên wê yên bi civakê re pir pêş de bû. Bi taybetî jî dayikan gelekî ji wê hez dikirin. Ji ber vê yekê bandorek mezin li ser me jî kir.”   Têkoşîna 25 salan   Harîka Peker diyar kir ku Bêrîvan Kutlu 25 sal in di nava xebatan de cihê xwe girtiye û xebatên xwe meşandiye û got: “Xeyalên wê tim azadiya Gelê Kurd, Serokatî û jinê bû. Em nikarin bibêjin ku xeyalê Bêrîvanê nîvco maye. Ji ber ku Bêrîvanê kedek pir mezin da. Ji vê rojê şûnde em ê vê keda wê bi encam bikin. Wekî ku min di serî de jî gotibû erdnîgarî li ser kesayeta mirovatiyê bandorê dike. Wê dixwest di hembêza Cûdî de bê sipartin. Ev yek careke din hêstên wê dide pêş. Têkoşîn, gotin û rêhevaltiya wê dê heta dawiyê bi me re be. Heval Bêrîvan rêhevalek gelek baş bû. Di hêla têkoşîna jinê de xebat dikir. Dema xebat dikir baweriya wê bi wê xebatê dihat. Wek fîzîkî me rêberek winda kir. Lê wê her tim di nava me de be. Stranên wê, kenê wê her tim wê bi me re be. Bêrîvan heval tu carî ji xemgîniyê hez nedikir. Di demên zor û zehmet de jî moral û motîvasyona wê tim hebû. Hem li derve û hem jî di girtîgehê de têkoşîn û morelê wê xwe dida nîşandan. Em ê wek rêhevalên wê heta dawiyê têkoşîna wê bimeşînin. Xeyalên heval Bêrîvan em ê bi cih bînin. Heval Bêrîvan wek jinek Botanê mînakek e.”   Wek ‘Gula Botanê’ dihat nasîn   Harîka Peker, bi lêv kir ku Bêrîvan Kutlu tu carî nedixwest ku ji Botanê veqete û wiha behs kir: “Hezkirina wê ya li hember Botanê cuda bû. Digot ‘dem bi dem li ser Botanê helbestan dinivîsînim.’ Dayikan gelek jê hez dikir û jê re digotin ‘Gula Botanê’. Di Bêrîvanê de nasnameya jina kurd gelek pêş de bû.”   Têkoşîna Bêrîvanan Botanê dixemilîne   Harîka Peker, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Bêrîvana Cizîrê ya ku di salên 90’î de bi kefiya xwe ya spî li berxwe dida û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dîrok xwe dubare dike. Di salên 90’î de çawa ku Bêrîvana Cizîrê bû sembolek, ev heval jî şopdarên wan in. Xwe bi wê mîrateyê dimeşînin. Heval Bêrîvan jî ji wan hevalan yek bû. Ew nav, ew têkoşîn ne tesadûf e. Mîrate her tim dewrê hevdû tê kirinê. Di salên 90’î de Bêrîvana Cizîrê pêşengî kir û piştî wê gelek heval jî di vê rêyê de pêşengî kirin. Wê li pey wê jî Bêrîvan hebin. Li Botanê Bêrîvan naqedin. Têkiliya heval Bêrîvan a bi Cizîrê re dibe ku ji ber vê yekê be jî. Ew berxwedan û têkoşîna Cizîrê tim di xwe de dida hîskirin. Rêhevalek gelek baş bû û di hêla hişmendiya jinê de pêşketî bû. Gelê Botanê ku îro xwedî li heval Bêrîvan derdikevin dide nîşandan ku çiqasî ji wê hez dikin. Em ê şopdara heval Bêrîvan bin ku çawa ew jî şopdara Bêrîvana Cizîrê bû.”