Zarokê ku hat qetilkirin hat definkirin 2025-11-19 15:00:54   RIHA - Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, îşkence lê hat kirin jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.   Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, ji hêla xebatkarê kargehê H.A ve îşkence lê hat kirin. Zarokê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê zarok ji nexweşxaneyê birin Mizgefta Gul a li taxa Yeşîlova ya Hewagê. Piştî vecîbeyên olî, ew li Goristana Asrî ya li taxa Fevzî Çakmak hat veşartin.    Di merasîma cenaze de endamên rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokên Şaredariya Hewagê yên  DEM Partiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî amade bûn.   Malbatê şîna xwe li taxa Yeşîlovayê danî.