Zarokê ku îşkence lê hat kirin jiyana xwe ji dest da 2025-11-19 10:54:09   RIHA - Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, îşkence lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.    Li Rihayê zarokekî di dibistana amadeyî de dixwend li kargehekê de stajerî dikir, ji hêla xebatkarê kargehê H.A ve îşkence lê hat kirin. Zarokê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.      Piştî giliyê malbatê H.A. hat binçavkirin. Faîlê ku sewqî dadgehê hat kirin, piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hat berdan. H.A, piştî biryarê xwest bireve Dîlokê. Piştî îtîraza dozgeriyê H.A hat binçavkirin û ji hêla dadgeriya nobedar ve hat girtin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.