Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin 2025-11-18 20:34:21   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA  çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hat gel hev û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan hedef digire.   Tevgera Jinên Azad (TJA),  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya ‘li dijî tundiya li ser jinan jin jiyan azadî’çalakiyên xwe didomîne . Êlih   TJA’yê çîroka jinên hatin qetilkirin li Êlihê vegot. Gelek jinên hatine qetilkirin yên wek Gulîstan Tara, Hêro Bahaddîn û Nagîhan Akarsel bi çîrok û wêneyên wan hatin vegotin.   Nurten Uzumcu ya TJA’yî  jinên ji aliyê pergal û rejîmên otorîtr ve hatine qetilkirin bibîrxist û got jin ji ber têdiöoşin, dixwazin wan ji nasnameya wan dur bixin.   Bername bi xwendina çîrokan bidawî bû.   Agirî   TJA’yê  li Giyadîn a Agiriyê atolyeya jinê pêk anî. Atolyeya li navçeyê pêk hat, gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û jin tevli bûn.   Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Necla Demîr axivî û da zanîn ku hatina gel hev a jinan girînge û got dema jin bên gel hev û xwe rêxistin bikin tu tiştekî ku bisernexînin jî tuneye. Necla Demîr bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê de li qadan bin.   Atolye bi nirxandin, pirs û bersivan bidawî bû.