Serdana piştevaniya ji bo karkerên Smart Solarê 2025-11-17 15:40:27   KOCAELÎ - Şandeya bi serokatiya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konukçu, serdana qada grevê ya jinên ku li dijî şert û mercên kar ên bi mûçeyên kêm li Smart Solar berxwedana xwe didomînin kir û peyama hevgirtinê da.   Şandeyek bi serokatiya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu û Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konukçu bi jinên ku li Smart Solarê li dijî şert û mercên kar ên bi mûçeyên kêm berxwedana xwe didomînin re, serdana qada grevê kirin û peyama hevgirtinê dan.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Halide Turkoglu, Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konukçu û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên ku 27 roj in li Smart Solarê li dijî şert û mercên kar ên bi mûçeyên kêm li ber xwe didin re, serdana qada grevê kirin.   'Dixwazin mafê me yê sendîkayîbûnê ji me bistînin'   Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşmeya "Jinên karker di têkoşînê de li pêş in" ber bi qada grevê ve meşiya. Berdevka Meclisa Jinan Halide Turkoglu wiha axivî: "Destkeftiyên ku li vir werin bidestxistin dê ji bo hemî karker, kedkar û jinan hêviyê bînin. Ew dixwazin mafê me yê herî bingehîn, mafê me yê sendîkayîbûnê, ji me bistînin. Ew naxwazin kes serê xwe rake dema ku em daxwaza xwe ya qezenckirina debara bi rûmet diyar dikin."   'Em di nava hevgirtinê de ne'   Halide Turkoglu diyar kir ku ger demokrasiyeke rastîn li Tirkiyeyê hebûya, pêwîstiya greva ku ji hêla karkerên Smart Solar ve hatî destpêkirin wê tunebûya û got, "Ev têkoşîn dê ji me hemûyan re sûdmend be. Ji ber vê yekê em li vir in; em di nava hevgirtinê de ne."   'Em ê bi hev re ava bikin'   Parlamentera Stenbolê ya DEM Partî, Kezban Konukçu jî axivî û got: "Hûn jî ji bo mafê xwe yê sendîkayê li ber xwe didin. Ev berxwedan ne tenê ya we ye, lê ya hemû jinên karker û kedkar e. Dema ku hûn bi ser bikevin, karker jî dê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku em bikaribin bi awayekî mirovî tê de bijîn."